Îlon 04, 2010
TEHRAN - Mehdî Kerûbî ku yek ji namzetên ku ji encamên hilbijartina serokomariyaê nerazi ye, bi nameyekê rexneyên hiþk li sekreterê Þûraya Nîgaban Ehmed Cenetî kirin got, Cenetî þirîkê diziya dengê gel yên ku hatin windankirin e.
Li gor malpera Seham News ku nêzîkî Kerûbî ye, wî her weha daye xuyakirin ku ew bi vê nameya vekirî, giliyê Cenetî li ber dadgehan dike.
Hate gotin ku Kerûbî di nameyeke xwe de ku beriya niha ji Cenetî re þiyandiye gotiye: “Heta tu îdîayên xwe yên têkildarê wergirtina alîkariya pereyan ji Amerîka de bi belge piþtrast nekî, li her cihî ez ê behsa derew û riswayên te bikim”.
Ehmed Cenetî roja sêþemê li bajarê Qûmê îdîa kiribû û gotibû: “Amerîkiyan di ser Erebistana Siûdî re yek miyar dolar dane rêberên fitnê û ji wan re gotin ku heger ew bikaribin sîstema Îranê hilweþînîn ew dê 50 miyar dolarî din jî bidin wan”.
Kerûbî ku bersivek hiþk da îdîayên Cenetî û ew wekî gotinên bê esas û bi mebesta afirandina nîfaqê binavkirin got: “Cenabê Cenetî! Ew a ku hun wekî fitnê bi nav dikin, hilbijartinek bû ku wekî her car ji aliyê we, Þûraya Nîgaban û Wezareta Navxweyî ve, di odeyên saziya hilbijartinan de mudaxele lêbû”.
Kerûbî di daxuyaniya xwe de got, heger ez gelac û fitneger im, ji ber ku ez nerazî me, lê hun þirîkên diziya dengê xelkê û hevalbendên vî karwanî ne. Rola we ya di buyerên berî û piþtî hilbijartinan eþkere ye û ji Ehmed Cenetî xwest ku ew tobe bike û ji xelkê Îranê lêbûrîna xwe bixwaze.
ANF NEWS AGENCY