Îlon 04, 2010
COLEMÊRG - Li Geverê koma duh heta derengiya þevê xwepêþandan li dar xistin, piþtî çalakiyê belavok belav kirin û ragihandin ku wan navê 11 taxên Geverê guhertiye.
Ciwanên ku xwe bi navê “Hêzên Parastina Cewherî ya Gerverê” dan nasîn, heta derengiya þevê li ser þeqamên Geverê barîkat danîn û meþ li dar xistin. Ciwan li ser hewldanên BDP’iyan jî belav nebûn. Piþtre jî riya bejahî ya Gever-Wanê girtin.
Ciwan piþtre çûn taxa Esentepe ku ciwanan navê wê kiriye Þehîd Bêrîtan, li wê derê de agir vêxistin û çalakiya xwe berdewam kirin. Ciwanan di çalakiyê de diruþmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Gelê Kurd li dijî zextan bêdeng namîne” qêriyan û belavok belav kirin.
TAXA ESENTEPE BÛ TAXA ÞEHÎD BÊRÎTAN
Ji beriya ciwan belavokan belav bikin daxuyaniyek dan û diyar kirin ku êdî wan Taxa Esentepe herêma Xweser û herêma Sor îlan kiriye. Her wiha ciwanan ragihand wan heta derengiya þevê li taxê nobet girtiye û nehêlaye leþker û polîs têkevin taxê.
Ciwanan diyar kir ku jibo li taxên din xweseriyê îlan bikin, dest bi xebatê kirine û gotin: “Me ji beriya niha navê taxa Esentepe kiriye Þehîd Bêrîtan û Xweserî lê îlan kiriye”.
NAVÊ TAXÊN DIN YÊN HATÎN GUHERTIN
Di daxuyaniyê de “Me ji wê rojê û þun ve nehêlaye polîs têkevin hindirê taxê. Em weke Hêzên Parastina Cewherî, ji niha û pêve, me van navan li taxên Geverê dikin: Taxa Yeþildere (Taxa Þehîd Eþref), Orman (Þehîd Egîd), Gungor (Þehîd Mazlum), Yeni Mahalle (Þehîd Jiyan), Cumhuryet (Çarçela) Dize (Þehîd Îslam), Îpek (Zerzan), Kaniheyder (Zap), Kiþla (Baz). Em di demek kin de li van taxan Xweseriyê îlan bikin” hat gotin.
ANF NEWS AGENCY